Em kîne

INSIYATÎFA NİŞTÎMANÎ Jİ BO EFRÎN:

 

Insiyatîfek sivîl, dildar û serbixwe, her wiha ne ji bo qezenckirinê ye.

Bi armanca komkirina enerjiya Efrîniyan li disaporayê, her wiha kurd û sûriyên Niştimanperwer ku bikaribe bibe qadeke fireh û zelal ku herkesê ji bo doza Efrînê kar bike bihewîne.

Her wekî din, ji bo vegera xelkên resen yên Efrînê  ku bi darê zorê hatin koçberkirin di bin sîwane û gerantoriya navnetewî û teşhirkirina Tirkiyê û komên çekdar yên Sûrî bi hemû rêbazên diplomasî, çapemenî, mafnasî û gelêrî kar dike.

 

Insiyatîf ne alternetîfeke partî, sazî û rêxistinin din yên jibo vê dozê ye. Lê belê, hewl dide bi rêya komîserhevkirinê dengê Efrînê li nav siyaseta cîhanî û mirovahiyê bêhtir bilind bike.

 

Insiyatîf bala hemû efrîniyên mafnas, rewşenbîr, akedemîsiyen û teknoqirat, rojnamevan, hûnermend û çalkavanên li diasporayê dikşîne ku doza Efrîn cîhanî bike û çareseriyan jê re bibîne. Her wiha di nav de, gelek komîteyên taybet hatine avakirin(diplomasî, raihandin, mafnasî û belgekirin).

 

ECİNDE Û ARMANCÊN INSIYATÎFÊ.

 

1-     Insiyatîf berdewam e heya bidawîkirina dagirkeriyê.

 

2-     Teşhîrkirina kiriyar û binpêkirinên dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê li Efrînê û li dijî guhertina demografî rawestandin ku bibe dozeke raya gîştî.

 

3-     Arşîv û belgekirina kiryar û binpêkirinên ku dewleta tirk û komên wê yên leşkerî derheqê xelkên resen dikir û dike, bi taybet jin, zarok, temen mezinan û pêkaheteyên olî mîna ”îzdî, elewî û xiristiyan”, û gihandina van binpêkirinan ji rêxistinên navnetewî û hiqûqî û darizandina kesên ku destê wan di nav guhertina demografî li Efrînê de heye li pêşberî dadgehên navnetewî.

 

4-       Li cihê ku lê û Li gorî derfetan, Pêşkêşkirina alîkarî ji bo koçberên Efrînê û gerantîkirina vegerek bi rûmet bi gernatiya navdewletî.

 

5-     Ji bo nasandin û kifişkirina rewşa heyî şandina rêxistinên mirovî, navnetewî û ragihandinî ji bo herêma Efrîn û Şehbayê.

 

6-     Kordînekirina xebatên ku ji bo doza Efrînê tên meşandin bi çalakiyên sivîl yên li deverên din ên Sûriyê ku rewşa wan dişibe Efrînê.

 

7-     Li beramber maşîneya Ragihandinê ya Tirkiyê û hemû ragihandinên herêmî ku dagirkerî û komên leşkerî  li Efrînê rewa dikin rawestandin.

 

INSIYATÎFA NİŞTÎMANΠ Jİ BO EFRÎNÊ

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button