Di salvegera çaremîn a dagirkirina Efrînê de li ser bangawaziya Însitifa Niştimanî ya ji bo Efrînê li gelek navendên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
Kurd û dostên xwe yên ewropayî di çalakiyan de helwest nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî dan.
Li bajarê Aarhus ê Danîmarkayê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin şermezarkirin.
Girseyê her wiha daxwaza rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya dewleta Tirk bilind kir.
19-03-2022