DaxûyanîWekî din

Di çaremîn salvegera roja reş de… Efrîn me tîne cem hev.

Di çaremîn salvegera roja reş de… Efrîn me tîne cem hev.
 
Di çaremîn salvegera roja reş a dagirkirina ‘Çiyayê Kurmênc’ Efrînê de, hêzên hegemonik çawa ku Efrîn kurbanê (qurbanî) berjewendiyên xwe kirin, dîsa ji bo berjewendiyên xwe hewl didin bandore(ê) xwe zêde bikin û bi vê yekê re mirovahiyê ber bi şerê sêyem a cîhanê ve dibin( bibin) .
 
4 Sal beriya vê dîsa di meha Adarê de heman hêzan rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk vekirin û (Gelê Efrînê) bi dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk re (Gelê Efrînê) rû bi rû hiştin.
 
Efrîniyên berxwedêr di roja 18’ê Adara 2018’an de ji ber talan û wêrankeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hov berê xwe dan rêyên koçberiyê.
 
4 sal in ‘Çiyayê Kurmênc’ din bin dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk de ye , ku li gorî gelek raporên navneteweyî, artêş û çeteyên dewleta Tirk li wir binpêkirin û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne.
 
Dewleta Tirk bi van kiryarên xwe yên hovane dixwaze nasnameya ‘Çiyayê Kurmênc’ biguherîne û bi koçberkirina pêkhateyên resen ên herêmê Tirkbûyîn û erebkirina herêmê bide pêş.
 
4 sal in hêzên dagirker û îslama siyasî, ku ji aliyê rêxistinên Birayên Misilmanan ve tê temsîlkirin, bi piştgiriya hin rêxistinên erebên 48 yên Filistînî, bi avakirina gundan, bicîhkirina çeteyan demografiya herêmê diguherînin.
 
Ew projeyên gundan ku her roj têne berfirehtirkirin, bi piştgiriya aborî ya hin saziyên Îxwan ên ji Qatar û Kuweytê bi xeyala avakirina Osmaniya nû têne avakirin.
 
Li Efrîna dagirkirî her wiha revandin, destavêtin, windakirin, destdirêjîya li pîrozbahiyan, pêkanîna qirkirina çandî û jingehparêzî her diçe bi dijwartir dewam dike.
 
Efrîniyên ku hatine koçberkirin jî di serî de li kampên berxwedanê li herêma Şehba , ev çar sal in li benda vegereke bi rûmet in.
 
Em wek Însiyatîva Niştîmanî ji bo Efrînê, ku vê felaketê dijîn, di heman demê de dubare û teqez dikin, ku Efrîn nayê dagirkirin, axa pîroz a Efrînê ji tirkkirin û erebkirinê re namîne, çi dirêj ,çi jî kurt be wê Efrînê rizgar bibe!
 
(Efrîniyên berxwedêr) , ku t
Tevî polîtîkayên li dijî pêkvejiyana pêkhateyên herêmê yên rejîma Baasê ye Suriye,( efrîniyên berxwedêr) zêdeyî nîv sedsal e berxwe daye, wê bi heman cesaret û biryardariyê li hember dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk du qat li ber xwe bide û bi azadî û bi rûmet vegere ser axa xwe.
 
Projeyên berfireh û xewn û xeyalên ku di sedsala borî de hatiye xêzkirin, ku dixwazin axa Efrînê vegerînin qada dagirkeriyê, wê li ser zinarên berxwedana Kurdên Efrînê bê şikandin.
 
Hêzên hegemonik ku niha li deverên cuda gelên cuda dikin qurbaniya berjewendiyên xwe, (ew) heman hêzên ku bûn sedema dagirkirina Efrînê .
 
Em vê rastiya tehl dizanin û durûtiya siyaseta navneteweyî ya qaşo mafê mirovan diparêzin eşkere dikin.
 
Ev hêzên navneteweyî heta niha li hember tevahî sûcên ku li Çiyayê Kurmênc Efrînê bi destê artêş û çeteyên dewleta Tirk a dagirker tên kirin, bê deng in.
Hêzên navneteweyî ya bi serkêşiya welatên rojavayî li Efrînê bi bazirganiyên erzan ronahiya kesk ji dagirkeriya dewleta Tirk re pêxist, Efrîn veguherand(in) qada çeteyên hov ên cîhadîst, alozî û kerasata Sûriyê kurtir kir.
 
Heman hêzên navneteweyî piştî dagirkirina Efrînê jî, tevî ku bajêr bû navenda çeteyên Cîhadîst û ji bo tevahî cîhanê bû herêmeke xeter, bi daxuyaniyên xwe diyar kirin, ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê (qaşo) herêmeke ewle ava kiriye qaşo .
 
Em weke Însiyatîfa Niştîmanî ji bo Efrînê soza têkoşîna xwe ya sivîl a ku ji bo hemû gelên cîhanê re aştî û azadiyê dixwazin, teqez dikin di heman çarçoveyê de hêviya xwe ji cîhana azad û gelên hesreta demokrasî û demokrasiyê winda nekiriye dikin .
 
Hûn niha dibin (bûne) alîkarê dewleta Tirk a dagirker û şerê wê yê tund li dijî Kurdan û dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê.
Ev şert û mercên siyasî her tim diguherin û roj wê were û şêniyên Efrînê karibin vegerin ser axa xwe ya azad.
 
Însiyatîfa niştimanî ji bo Efrînê careke din teqezî li ser berdewamiya hewldanên xwe yên di yekgirtina Efrînê de, bi taybetî li diyaspora ji bo berjewendiya Efrînê û gelê wê, û yekrêziya hemû hêz û hêzên demokratîk ên Sûriyê û gelê Kurd ji bo Efrînê dikin.
 
Însiyatîva Niştîmanî ji bo Efrînê
18.03.2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button